Ji bo bîranîna Seydayê Cigerxwîn, ku gellek dijwarî, êş, azar û zehmetî dîtin, lê dawiyê bû ((Cigerxwîn))
Kurdo! Mirovê dilsoz!
Tu di şerê man û nemanê de yî. Êdî nabe tu wiha xwe radestî bêzarî û bêhêvîtiyê bikî. Lawazî û rev bi bejna te ya xweşik nakevin, ji ber ku mebest ji şerê li dijî te, ew e ku tu bigihêjî vê radeyê. Heta tu hebî wê şer li dijî te hebe. Kurdo! Mirovê dilsoz! Cigerxwîn bi hêviyê bû ((Cigerxwîn)).