Ji helbestên Mela Xizirê Ehmedê Şaweysî yê Mikayelî (Nalî)
Şirovekirin û wergerandin bo tîpên latînî: Xalid Cemîl Mihemed
Sûdwergirtin ji lêkolîna Mela Ebdulkerîmê Muderrisî û Fatîh Ebdulkerîm bûye.
-1-
Ey cîlwederî husn û cilewkêşî temaşa!
Serrişteyî dîn bê mededî to nîye, haşa(1)
Feyyazî riyazî gul û mîhr û mil û le'lî
Ey şewqî rux û zewqî lebit zaîqe bexşa(2)
Zerratî 'ukûsî keşişî mîhr û Celal in
Wa dên û deçin serzede sultan û şehenşa(3)
Can ber lebî bosey leb te 'aşiqî zarit
"Felbaisû yestewhibû min fîke me'aşa"(4)
Bew rehmete 'amet ke deka sengî siyeh zerr
Lem qelbe ke wek berde, reş e, "ruşşe reşaşa"(5)
"La hewle wela tewle wela quwwete illa
Billahî, lehul qudretu, welkainû ma şa"(6)
"Nalî" niyyetî sihrî beyan, hîkmetî şî'r e
Emma niyyetî quwwetî dil, qudretî înşa(7)
Şirove:
Ey cîlwederî husn û cilewkêşî temaşa!
Serrişteyî dîn bê mededî to nîye, haşa(1)
(1) Ey: Eey, wa, hey. Cîlwe: ronahî, şewq. Cîlweder: derhênerê roniyê, Ronahîder, ronîder, şewqder. Husn: xweşikbûn, spehîbûn û ciwanî. Cilew: hevsar. Cilewkêş: hevsarkêş, wate; balkêş, surdar. Temaşa: mêzekirin, nerîn. Serrişte: serhevok, serben, sereta, serêbenik. Dîn: ol. Meded: alîkarî. To: te. Nîye: nîne. Haşa: ticarê, hîç, qet, mandel.
Wate: Ey derhênerê roniya xweşikbûnê û balkêş nerîna mirovan! Seretaya olê bê alîkariya te, ticarê nîne, çiku cihê mandelê ye ku bê alîkariya te hebe.
Feyyazî riyazî gul û mîhr û mil û le'lî
Ey şewqî rux û zewqî lebit zaîqe bexşa(2)
(2) Feyyaz: baranrêj, rêjendar, serrêjkar, danerê merd, bexşende. Riyaz: baxçe. Mîhr: rok, hezkirin, dilovanî. Mil: gerden, qirik. le'l: morîkeke sor a giranbuha ye. Şewq: ronahî. Rux: rû. Zewq: çêj. Leb: lêv. Lebit: lêva te. Zaîqe: çêj. Bexşa: da. Zaîqe bexşa: çêj da.
Wate: Tu bexşendeyê baxçeyên gulan, rok, hezkirin û dilovaniyê yî, herwiha tu danerê gerden û lêvên sor ên weke le'lê yî. Ey xwediyê şewqa rû û danerê xweşiya çêja van lêvên te yên ku bûne cihê şabûnê.
Zerratî 'ukûsî keşişî mîhr û Celal in
Wa dên û deçin serzede sultan û şehenşa(3)
(3) Zerrat: etom, hûrikên tozê. 'Ukûs: şewq û ronahiya rokê. Keşiş: çûnhatin, tevger. Mîhr: rok. Celal: Xwedayê mezin. Wa: wa, va, wiha. Dên: tên. Deçin: diçin. Dên û deçin: tevgerê dikin û digerin. Serzede: sergerdan, sergeşt, matmayî. Sultan: padîşah. Şehenşa: şahê şahan.
Wate: Ev hûrikên tozê ku hene tev etomên şewqa tevgera roka hezkirin û mezinahiya Xweda ne. Va tên û diçin sergeşteyên xweşikbûn û meznahiya padîşah û şahê şahan in.
Can ber lebî bosey leb te 'aşiqî zarit
"Felbaisû yestewhibû min fîke me'aşa"(4)
(4) Can: can, giyan. Ber: ber, cem, ser. Leb: lêv, kevî. Can ber leb: can gihaye ser lêvê, ser keviyê, li ber derçûnê ye. Bos: maç. Bosey: maça. Leb te: lêva te. 'Aşiq: hezkir, dildar. Zarit: devê te. "Felbaisû yestewhibû min fîke me'aşa" (er) Fe: Êdî, vîce. Elbaisû: kesê bêhêvî (ji "bu-us"ê), yan kesê maçker (ji "bos"ê). Yestewhibû: werdigire. Min: ji. Fîke: devê te. Me'aşa: Debara jiyanê.
Wate: Can gihîştiye ser lêvê ku amade ye bi sedema maça lêva te derkeve, her ji ber ku ew dildarê devê te ye. Êdî kesê bêhêvî yan kesê maçker debara jiyana xwe ji devê te werdigire.
Bew rehmete 'amet ke deka sengî siyeh zerr
Lem qelbe ke wek berde, reş e, "ruşşe reşaşa"(5)
(5) Bew: Bi wê. Rehmete: dilovaniya, mîhrebaniya. 'amet: giştî, tevayî, ku herkes girtiye. Ke: ku. Deka: dike. Sengî: kevirê, berê. Siyeh: reş. Zerr: zêr,yan pîroz dike. Lem qelbe: ji vî dilî, yan li ser vî dilî. Ke: ku. Berde: kevir. "ruşşe reşaşa" (er) Ruşşe: avrişên bike, avrêjin bike. Reşaşa: avrişênbûn, avrêjinbûn. Ruşşe reşaşa: bi xurtî avrêjin bike.
Wate: Bi vê dilovaniya te ya giştî, ku kevirê reş, yan kevirê ke'beyê, dike rengê zêr û pîroz dike. Vê dilovaniya xwe li ser vî dilê ku wek kevir reş e, bi xurtî avrişên bike, birijîne.
"La hewle wela tewle wela quwwete illa
Billahî, lehul qudretu, welkainû ma şa"(6)
(6) "La hewle wela tewle wela quwwete illa Billahî, lehul qudretu, welkainû ma şa" (er) la: ne, nîne. Hewl: karîn, tevger. Wela: û ne. Tewle: saya, sermiyandarî, dewlemendî. wela: û ne. quwwete: hêz, desthilat. Illa: ji pêvî. Billahî: bi Xweda. Lehul: jê re ye. Qudretu: karîn, desthilat, hêz. We: û. Elkainû: bûnewer, aferîde. Ma şa: tiştê ku xwest.
Wate: karîn, sermiyandarî û hêz nîne ji pêvî bi saya Xweda, ku hemû hêz, desthilat û bûnewer yên wî ne çendîn dema ku bixwaze.
"Nalî" niyyetî sihrî beyan, hîkmetî şî'r e
Emma niyyetî quwwetî dil, qudretî înşa(7)
(7) Niyyetî: niyaz, daxwaz, arezû yan awata wî. Beya: Rewanbêjî, ronbêjî. Sihrî beyan: rewanbêjiya xweşik wek sihrê, ku mirov matmayî bihêle û sergeşte bike. Hîkmet: pend, şarezahî. Î: ya. şî'r: hozan, helbest. Emma: lê. Niyyetî: nîne, yan niyaz û arezû. Quwwet, qudretî: hêz, karîn. Înşa: derbirîn a xweş û ciwan, rewanbêjî, gotinên xweş, yan dirustkirin, avakirin û pêkanîn.
Wate: Niyaza Nalî ewe ku sihra rewanbêjiyê û penda hozanyariyê di helbestên xwe peyda bike. Lê niyaza wî hêza dil e, ku ev hêz karîna dahênê ye. Yan jî: Nalî bi niyaz e rewanbêjiya wek sihrê bi penda helbestên xwe bêje, lê hêza dil û karîna dahênanê li cem wî nîne, eger Xweda alîkariyê pê re neke.