Mehwî (1252î k/ 1836-1837ê z- 1324ê k- 1906ê z)
Navê wî: Mela Muhemmedê kurê mela Usmanê balixî ye, ji navçeya Mawetê li şaristana Silêmaniyê.
Dibêje:
Depirsî: Bo çî min derkewtim û dil bû le to xayib?
Ke wextî roj helat, elbet debê şewnem le xo xayib
Herwiha jî gotibû:
Ke to xayib leber çawim debî, çim bê le to xayib
Qiyamet hazirî berçawim e, xo mim le xo xayib
Xîtabit her 'îtab e, ew lebe bête qise her kes
Muxatebte, deka derdem zubanî giftûgo xayib
Şukir to le fikrim naçî, egerçî min le fikrit çûm
Le min xayib nebî to, besme, ba min bim le to xayib
A: Xalid Cemîl Mihemed