Qurbaniyên Gunehkariyê ..wergerandin Xalid Cemil Mihemed
Qurbaniyên Gunehkariyê ..wergerandin Xalid Cemil Mihemed
Qurbaniyên Gunehkariyê bi Kurdî derçû
Romana nivîsakarê Kurd Heysem Hisên, ku sala 2009´an, bi Erebî ji Weşanxaneya el-Tekwîn li Şamê bi navê „Rihaîn el-Xetîe (Girewên Gunehkariyê)“ derçûbû, niha destpêka sala 2018´an li Amedê bi sernavê “Girewên Gunehkariyê” ji Weşanên J&J bi Kurdî jî derket
Romana nivîsakarê Kurd Heysem Hisên, ku sala 2009´an, bi Erebî ji Weşanxaneya el-Tekwîn li Şamê bi navê „Rihaîn el-Xetîe (Girewên Gunehkariyê)“ derçûbû, niha destpêka sala 2018´an li Amedê bi sernavê “Girewên Gunehkariyê” ji Weşanên J&J bi Kurdî jî derket.
Nivîskarê Kurd Xalid Cemîl Mihemed, ev roman, bi sernavê Qurbaniyên Gunehkariyê ji Zimanê Erebî wergerandiye Zimanê Kurdî.
Wergera bi xwe “Girewên Gunehkariyê” ye, lê wergêr bi hevahengî ligel romanivîs, li şûna vê yekê Qurbaniyên Gunehkariyê hilbijart, ku ew sernavê wergerê be.
Romana Qurbaniyên Gunehkariyê behsa pirsgirêk û kêşeyên sînorê navbera Serxert (Bakurê Kurdistanê) û Binxetê (Rojavayê Kurdistanê) dike. Behsa alî û rehendên wan ên siyasî, dînî, hizrî û civakî dike. Hejmarek ji kesayetiyên romanê, vê peyama romanê hildigirin û dibine serî. Hinek ji van kesayetiyan xwe neçar dibînin ku vî sînorî qebûl bikin. Hinekan jî ev sînor, bi hemû astengiyên wî, derbas kirin, lê gelek kesan jiyana xwe li ser vî sînorî ji dest da.
Sînorê parçekirina yek zeviyî
Di encama vê dabeşkirina cografî de, di navbera du parçeyên yek zeviyî de, dabeşûneke civakî hatibû dirustkirin. Li her aliyekî ji wê cografyaya dabeşkirî, li bakur û başûrê sînor, Kurd hatibûne dabeşkirin û vê rewşê dewam kir. Di nav wan de, têlên rêsayî, zeviyên mînan hebûn, ku di nav wan mînan de gelek kesan xwest sînor derbas bikin, lê bi sedema teqîna mînan, jiyana xwe jidest da. Di nav wan de, dîrokeke ji çîrokên bêdawî heye. Lê bi ser vê de jî, roman nîşanê bi bûyer û hevpeymaniyên mezin dike, ku li ser serê wan hatine kirin. Bi taybetî ew kesên ku hatine piştguhkirin. Ew mirovên ku pûte bi arezû, xewn, hêvî, êş û azarên wan nehat dayîn; ew ên ku di encamê de, bandora vê rewşê, li ser jiyana wan dibû.
Xatûna du aliyê sînor
Di romana Qurbaniyên Gunehkariyê de, parçeyek ji zemîna berfireh, hatiye piştguhkirin. Ewqas bûyer û tevger li ser rûyê wê zeviyê pêk dihatin û pêk tên.
Pîrejinek bi navê Xatûnê kesayetiya sereke ye, di romanê de. Xatûnê tevî herdu zarokên xwe, ji aliyekî sînor, berê xwe dide aliyekî din. Ji Serxetê (Bakurê Kurdistanê) diçe Binxetê (Rojavayê Kurdistanê), ji bo ku wan herdu zarokan ji gelek ziyanan biparêze.
Xatûnê bi dehên salan çîroka xwe ji her kesî vedişêre. Naxwaze dema bihurî bîne bîra xwe. Lê li mirinê, Xatûnê ji neviyê xwe re behsa çîroka koçberbûn û mişextbûna xwe ya ji neçarî dike. Xatûnê deriyê qonaxekê vedike, ew jî dîroka nifşekî ji Kurdên dabeşbûyî ye, li ser du aliyên sînor. Di romanê de ew derî, li ser gelek babet û wateyan vekirî dimîne.
?Heysem Hisên kî ye
Romanivîs Heysem Hisên sala 1978 li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li bajarê Skoçyayê Edinburghê bi cih bûye. Damezrêner û rêveberê malpera “alriwaya.net” e. Endamê Komeleya Nivîskarên Brîtanî ye. Endamê Yaneya Pênûsa Skoçyayî ye. Hejmarek ji berhemên wî yên weşandî jî ev in: Derziya Tirsê, Aram Tuxmê Êş û Azaran, Giyayekî Ziyandar ji Buhiştê, Roman û Jiyan û Romanivîs li Daholên Cengê Dide.