Salek di ser ketina Efrînê re derbas bû

Salek di ser ketina Efrînê re derbas bû         


 https://l.facebook.com/l.php?u=http%3A%2F%2Fwww.rudaw.net%2Fkurmanci%2Fkurdistan%2F18032019&h=AT0VtS0MqzRkOIXDpNJU1L34VhoO5Q0r1NWh1eA7wu3dE1L0D6vkxHI4OVMbiwSRoQgvsvYJNyiqBk0Pzw5uplOWz1rMhp7C8TcViaV-q-OMlB8QcyUMpLqvcrAQeRvGNVN8krCDKrYVZb2CZSo0MUrKqbDpbxihADsHOIRVSn3jah-zYNcWP_VNkzroSc7pjKsX_lmqCwZb9bw5MhsOvoEtMOahC7ghiCCTY6kayjiIPaarjCsNzvvNl147qPn3eeqlFWVxHn4rJM0-eeeWqGYEo-L8CCzloAsgituvxNGqdUWBVjsRFE5Hp7ZAzt1Nk6RAiQ2MaBXtmx-k3qGBCllroQ68h-AJ5_1clMAftk_CJ0LsgndxRzkHgYPe1aH4fxZx-1E0pdzb7qp2CbXqQM5hJTl9NopvGGo6dpbf6-d4u3uHbK4b94vTwWcbjbB3j6KJhaW10n-muswlIZ0cbblv-JPB5l2OguqtSpvM0qH459ZVZlBQvaTjceqwiNfp0MNM4PASG8m5Ny4L5wmSmMw3zefW1JF73gW_xGYBuFS4WnVndc6aU7y7E5sPjoONQFznl8DSzLYNZo4N3UU21vtmxojpV68JB3t0TuoBe1uKTV5kNQRWQFtOtQhM52n-anHapFJnU_yocUBf1c8kGQ

         XALİD CEMİL MİHEMED                                                           

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 18ê Adara 2019an, salek di ser kontrolkirina Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê re derbas dibe. 

Bi dirêjiya vê demê, gelek binpêkirin, zehmetî û ziyan gihiştin welatiyên sivîl ên li wê herêma Kurdnişîn li Rojavayê Kurdistanê, ku heta niha ew armanca rêkar û kiryarên tund in, ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve. 

Nûtirîn raporta Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Efrînê de diyar dike ku "Texmînên cihê baweriyê nîşanê bi wê yekê didin ku bêhtir ji 50 grûpên çekdar li Efrîn û derdorê hene."

Raporta Neteweyên Yekbûyî behsa hebûna binpêkirinên mezin li Herêma Efrînê dike, ji wan jî revandin ji aliyê grûpên çekdar û tawankaran û destbiserdanîn û diziya berhemên zeytûnên xelkê, ku çavkaniya debara jiyana gelek welatiyan e. 

Roja 20ê Çileya 2018an, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, operasyona bi navê Çiqlê Zeytûnê, li dijî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dabûne destpêkirin. 

Di wê êrîşê de, Artêşa Azad a Sûriyê, hêzên Mertala Firatê û gelek grûpên çekdar beşdar bûn. 

Hikûmeta Tirkiyê ragihand ku ew şerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike. 

Di encamê de, wêraniyeke mezin gihişte navçeyên Herêma Efrînê, ji Bilbilê, Şiyê, Şerran, Şêrawa, Cindirêsê, Reco, Mabata, heta navenda bajarê Efrînê. 

Li beramber vê destêwerdana Tirkiyê, hikûmeta Sûriyê ti tevger ji aliyê leşkerî ve nekir. 

Hêzên Rûsî jî ku beşek ji wan li wê herêmê bûn, roja 20ê Çileya 2018an ji wê derê derketin. 

Ji aliyê xwe ve, YPGê ragihand ku hebûna wan li wê herêmê, ti gef li ser ewlehiya Tirkiyê çê nekiribû. 

Piştî 58 rojan ji şer û êrîşan, ku hemû navçeyên wê herêmê ketin destê hêzên êrîşker, roja 18ê Adara 2018an, navenda bajarê Efrînê jî, kete jêr kontrola grûpên çekdar ên opozisyonê ligel hêzên Artêşa Tirkiyê. 

Li gorî zanyariyan, grûpên çekdar li Efrînê, bi kiryarên kuştin, girtin, revandin, talankirin û diziyê radibin.  

Herwiha dest datînin ser kargeh, dar, mal û milkên welatiyan û bi zorê bacê ji wan disitînin û pereyên gelek li ser girtiyan disepînin, li beramber ku wan serbest berdin. 

Li gorî daxuyaiya Rêveberiya Xweser a li Herêma Efrînê, di encama şerê Efrînê de 820 şervan û 500 welatiyên sivîl, jiyana xwe ji dest dan û 1 hezar û 30 kes birîndar bûn. 

Her li gorî zanyariyên hinek rêxistinên mafên mirovan, bêhtir ji 350 hezar welatiyên sivîl, ji Efrînê ve ber bi navçeyên bakurê Helebê ve koçber bûn. 

Beşek ji koçberên Efrînê, li derdora herdu bajarokên Nubbul û Zehra bicih bûn ku di bin kontrola hikûmeta navendî ya Sûriyê de ne. Beşek jî li derdora Til Refet û navçeyên Şehbayê bicih bû.  

Bêhtir ji 2 hezar û 600 welatî jî hatin revandin, ku heta niha nêzîkî hezar kesî girtî hene. 

Ji salekê ve heta niha, Civaka Navdewletî ji bo çareserkirina rewşa Herêma Efrînê û koçberên wê, ti gavên berbiçav neavêtine.

تم عمل هذا الموقع بواسطة