Ez ji ber awayê bikaranîna ZIMANÊ KURDÎ di ragihandina kurdî de şerm dikim.
Zimanê Kurdî li ser destên piraniya medyakar, dezgeh û amêrên ragihandina kurdî, bêserûber, heremekî, çewt û lawaz e. Her ev zimanê delal û zelal, di şaşîtiyên van dezgehan de, newq bûye.
Êdî ez ji ber asta bikaranîna zimanê ragihandina kurdî şerm dikim.
Bavo! Bi piranî, ne nivîsandin, ne bilêvkirin, ne rêziman, ne rênivîs, ne avakirina hevokan, ne wergerandin û ne hevwatekirin rast in.
Piraniya medyakarên kurd di ZIMANÊ KURDÎ de gelekî qels in. Her rêjeya mezin ji wan jî ne amade ne ku xwe fêrî rastnivîsîn, rastxwendin û rastaxaftina vî zimanê bedew bikin.
Medyakaro/ê! Nivîskaro/ê!
Eger tu bi ZIMANÊ KURDÎ nizan î, ne kêşe ye, lê ya kêş e ew e ku tu xwe fêrî vî zimanî nekî.